Gera li endamên malbatê Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi ... · Gera li endamên malbatê...

2
Gera li endamên malbatê Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi serê xwe yên koçber ku hîn di dozê penaberiyê de ne Gera li Europa, gera cihanî DRK-Suchdienst Standort München Chiemgaustraße 109 81549 München Telefon: 089 / 68 07 73 -111 E-Mail: [email protected] Lihevkomkirina malbatê DRK-Suchdienst Standort Hamburg Amandastraße 72-74 20357 Hamburg Telefon: 040 / 4 32 02 -221 E-Mail: [email protected] Xaça Sor ya Almanî – Xizmeta Gerê li nêzîkî te, agahî û pêşkêşkirinên din www.drk-suchdienst.de Li internetê-Gera bi wêne www.familylinks.icrc.org/europe Ҫîroka Bejan û Dijara Sala 2012 an Bejanê 12 salî û xwîşka wî Dijara 17 salî ji ber wêranî û tundrewiyê ji welatê xwe Afganistanê reviyan. Rêzanan ew her du gihandin heta Yonanistanê û li wir ji hev cuda kirin. Bi xembariyeke mezin li ser hev û bê ku cihê mana hev bizanibin her yekî bi tena serê xwe rev berdewam kir. Dijara xwe gihand heta Siwêdê. Li wir xwe li ser derfetên ku cihê birayê xwe yê heskirî bi rêya Xizmeta Gerê ya Xaça Sor bibîne agahdar kir û destpêka meha nîsana sala 2013 an berê xwe da Xaça Sor ya siwêdî. Piştî demeke kurt ciwanê afganî yê 12 salî ku bi gumanbarî li xwîşka xwe digeriya bi rêya Xizmeta Gerê ya Xaça Sor ya almanî bersiv da. Agahdariyên kurik bi berfirehî bi yên ku Dijara dabûn re hatin danberhev. Șandina wêneyekî di dawiyê de bawerî çêkir: Xwîşk û bira hev dîtin. Tenê gerê du mehan dirêj kir. Bejan û Dijara li ser vê yekê pir kêfxweş in û her du bi hev re aniha jî li Siwêdê dijîn. Xizmeta Gerê ya Xaça Sor ya Almanî Xaça Sor ya Almanî beşek ji Xaça Sor ya Navnetewî û Tevgera Heyva Sor e * Nav ji aliyê weşangeriyê ve hatiye guhertin Têkilî Fotos: Chris Fahey / NRD-H Foto: TSGT / Jeremy T. Lock Foto: Ibrahim Malla / ÖRK / IFRK © DRK e.V. | 2015 | Kurdisch

Transcript of Gera li endamên malbatê Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi ... · Gera li endamên malbatê...

Page 1: Gera li endamên malbatê Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi ... · Gera li endamên malbatê Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi serê xwe yên koçber ku hîn di dozê

Gera li endamên malbatê

Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi serê xwe yên koçber ku hîn di dozê penaberiyê de ne

Gera li Europa, gera cihanî

DRK-SuchdienstStandort MünchenChiemgaustraße 10981549 München

Telefon: 089 / 68 07 73 -111

E-Mail: [email protected]

Lihevkomkirina malbatê

DRK-SuchdienstStandort HamburgAmandastraße 72-7420357 Hamburg

Telefon: 040 / 4 32 02 -221E-Mail: [email protected]

Xaça Sor ya Almanî – Xizmeta Gerê li nêzîkî te, agahî û pêşkêşkirinên din

www.drk-suchdienst.de

Li internetê-Gera bi wêne

www.familylinks.icrc.org/europe

Ҫîroka Bejan û Dijara

Sala 2012 an Bejanê 12 salî û xwîşka wî Dijara 17 salî ji ber wêranî û tundrewiyê ji welatê xwe Afganistanê reviyan. Rêzanan ew her du gihandin heta Yonanistanê û li wir ji hev cuda kirin. Bi xembariyeke mezin li ser hev û bê ku cihê mana hev bizanibin her yekî bi tena serê xwe rev berdewam kir.

Dijara xwe gihand heta Siwêdê. Li wir xwe li ser derfetên ku cihê birayê xwe yê heskirî bi rêya Xizmeta Gerê ya Xaça Sor bibîne agahdar kir û destpêka meha nîsana sala 2013 an berê xwe da Xaça Sor ya siwêdî. Piştî demeke kurt ciwanê afganî yê 12 salî ku bi gumanbarî li xwîşka xwe digeriya bi rêya Xizmeta Gerê ya Xaça Sor ya almanî bersiv da.

Agahdariyên kurik bi berfirehî bi yên ku Dijara dabûn re hatin danberhev. Șandina wêneyekî di dawiyê de bawerî çêkir: Xwîşk û bira hev dîtin. Tenê gerê du mehan dirêj kir. Bejan û Dijara li ser vê yekê pir kêfxweş in û her du bi hev re aniha jî li Siwêdê dijîn.

Xizmeta Gerê yaXaça Sor ya Almanî

Xaça Sor ya Almanî beşek ji Xaça Sor ya Navnetewî û Tevgera Heyva Sor e

* Nav ji aliyê weşangeriyê ve hatiye guhertin

Têkilî

Fo

tos:

Ch

ris

Fah

ey /

NR

D-H

Fo

to: T

SG

T /

Jer

emy

T. L

ock

Fo

to: I

bra

him

Mal

la /

ÖR

K /

IFR

K

© D

RK

e.V

. |

2015

| K

urd

isch

Page 2: Gera li endamên malbatê Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi ... · Gera li endamên malbatê Pêşkêşkirinên bo temenbiçûkên bi serê xwe yên koçber ku hîn di dozê

Tu tenê hatî Almaniya û te têkiliya bi malbata xwe re winda kiriye? Te mafê penaberiyê û parastina navne-tewî daxwaz kiriye? Dibe ku endamên malbata te li welatekî din ji welatên Europa dijîn?

Mafê te heye,

� alîkariyê bigirî da ku tu li endamên malbata xwe bigerî.

� Cihê mana malbata xwe nas bikî.

� Têkiliyê bi malbata xwe re deynî.

Rêvebira federal ya penaberî û koçberiyê (BAMF) dikare biriyarê bide ku tu ji bo doza penaberiya xwe

� Çûna ba diya xwe yan bavê xwe berdewam bikî.

� Çûna ba xwîşka xwe yan birayê xwe berdewam bikî.

� Çûna ba xalet, met, xal, ap yan dapîr û bapîrên xwe berdewam bikî, eger ew karibin û bixwazin hay ji te hebin û te xwedî bikin.

Li malbatan digerin

Eger tu bixwazî li endamên malbata xwe bigerî, em ji bo wê alîkariya te dikin.

Em li tevahiya cihanê li mirovan digerin, ku bi sedema şeran, nakokiyan, wêraniyan, rev û koçberiyê ji hev cuda bûne.

Eger tu malbata xwe bi alîkariya me careke din bibînî, tu bi xwe dikarî biriyarê bidî, ka tu BAMF li ser cihê mana wê agahdar dikî yan na. Tu li ser vê yekê ne mecbûr î.

Doza te ya penaberiyê wê li Almaniya birêve here, Eger endamên malbata te li Europa nehatin dîtin.

Gera li internetê bi wêneyan

Li ser www.familylinks.icrc.org/europe tu wêneyên mirovan dibînî, ku ew jî li xwediyên xwe digerein. Belkî li wir tu wêneyên malabata xwe bibînî û weha bikaribî têkiliyê bi wan re çêbikî.

Yekkirina malabatê

Em te li ser derfetan şîret dikin, malbata xwe bînî cem xwe, eger te li vir mafê manê wergirtibe.

� Em beşek ji tora xizmeta gerê ya navnetewî ne, ew ji koma xaça sor ya navnetewî (IKRK) û bi tevahî 189 xaçên sor yên netewî û saziyên heyva sor pêk tên.

� Li gora rêbazên bingehîn yên xaça sor ya navnetewî û tevgera heyva sor em bêalî ne, ne girêdayî partiyan e û cudahiyê nakin nav dîn û girêdana netewî.

� Em saziyeke alîkariyê serbixwe ne û tenê li ser daxwaza te bi xwe bi karmendên desthilatiyên biyanî û hindurîn re kar dikin.

� Agahiyên li ser te û yên li ser kesên li wan tê gerîn bi baweriyeke mezin tên bikaranîn.

� Encamên gera xwe em tenê ji te re dibêjin. Tu tenê biriyarê didî ka kî din wan bizanibin. Tu ne mecbûr î ku encamên gerê ji kesên din, saziyên din yan karmendên desthilatê wek saziya federal ya penaberî û koçberiyê re bibêjî.

� Xizmetên me bêpere ne.

scem

.info

/ ww

w.fl

ickr

.com

/peo

ple/

3127

1806

@N

04

Fo

to: I

FR

K

Fo

to: G

iorg

os

Mo

uta

fis

Mafê te yê malbatê Em çi dikin Em kî ne û em çawa kar dikin